2013/07/31

The Great Gatsby 2013

Șêwaz: Drama, Romantik
Dem: 143 deqe
Derhêner: Baz Luhrmann
Nivîskar: Baz Luhrmann
Ekterên Filmê: Leonardo DiCaprio, Joel Edgerton, Tobey Maguire
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmê
Nick Carraway ji bo peyda kirina karekê baş û guhrîna jiyana xwe ji rojavaya Emrîkayê hatiye New Yorkê. Ew li nizîkî mala xwe kesekê zengîn bi navê Jay Gatsby nas diket. Gatsby her şev mêhvandariyên mezin û rengîn saz diket ku gelek mêhvanên cûre cûr têda beşdar dibin.
Nick ku hez ji van cûre mêhvandariya diket mecbûr dibet beşdariyê têda biket, lê piştî demekê di pê hesit ku ev jiyana xweş û rengîn ku Gatsby bixwe çêkiriye nihêniyek têda heye.

Danasîna filmê
"The Great Gatsby" an Gatsbyê mezin navê filmekê drama ye ku di sala 2013 ê da hatiye çêkirin. Derhênerê filmî Baz Luhrmannê Australî ye ku berî nihe filmekê gelekî xweş bi nave “Moulin Rouge!” çêkirbû. Film li bajêrê Sydney li welatê Australiya yê hatiye wêne kirin û ekterên bi navûdeng wek Leonardo DiCaprio, Tobey Maguire, Joel Edgerton û Amitabh Bachchan ekterê navdarê Hindî beşdariyê di filmî da diken.

Hûrgilî
Welat: Australiya, Emrîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 1´ê gulana 2013´ê hate weşandin
Ciyê film girtin: Sydney Polo Club, Richmond, New South Wales, Australia
Butçeya filmê: $105,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment