2012/12/01

Hysteria (2011)

Șêwaz: Komedî, Romantîk 
Dem: 100 deqîqe 
Derhêner: Tanya Wexler 
Nivîskar: Stephen Dyer, Jonah Lisa Dyer 
Ekterên Filmî: Maggie Gyllenhaal, Hugh Dancy û Jonathan Pryce 
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10


Çîroka filmî

Çîroka filmê di sala 1880'ê di Londona serdema Victoria'yê de derbas dibe. Çîrok li ser pêşxistina cîhazê Vîbratorê ye ku dikare hîsterî ên jinan tedawî bike an jî bi gotineke din dikare jinan ji aliyê seksê ve têr bike.

Danasîna filmî

Cîhan hin caran bi fikrekî, hin caran jî bi kesekî an jî bi lihevanîneke biçûk digûhere. Cîhazê Vîbratorê yek ji van lihevanîna ye ku di filmê ”Hysteria” de hatiye nîşan dan. Filma ku çîroka vê keşifa ecêb vedibêje bi derhêneriya Tanya Wexler ve hatiye çêkirin û di ekîba vî filmê de lîstikvanên wek Maggie Gyllenhaal, Hugh Dancy, Rupert Everett û Jonathan Pryce cîh digrin.

 Hûrgilî

Welat: Keyaniya Yekbûyî, Franse, Elmanya, Lûksembûrg
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 15´ê îlon
2011´ê li fetsîvala navneteweyî ya filmêToronto yê hate weşandin.
Cîyê film girtin: London, Îngiltere, Keyaniya Yekbûyî


No comments:

Post a Comment