2012/10/01

The Barbarian Invasions (2003)

Șêwaz: Komedî, Tawanbarî, Drama
Dem: 99 deqîqe
Derhêner: Denys Arcand
Nivîskar: Denys Arcand
Ekterên Filmî: Rémy Girard, Dorothée Berryman û Stéphane Rousseau
Pûan li malpera IMDB: 7.7/10

Çîroka filmî

Kesek bi navê Rémy ji ber nexweşiya penceşêrê dikeve nexweşxaneyê de. Jina Rémy ji ber xeletiyên wî demeke dirêj e ku ji wî cuda bûye û kur û keça wî jî her yek li welatekî dijîn.
Jin û kurê Rémy bi hevkariya hinek hevalên wî hewil diden da ku ev dema bermayî ji jiyana Rémyî bo xweş bikin û ev çende dibe sedema hindê ku berêxwedana Rémy û malbata wî nisbet jiyanê bihê guhertin.

Danasîna filmî

Navê êrişên Barbarian (The Barbarian Invasions) ku nivîskarî ji bo vî filmî hilbijartiye bi du beş ji senaryo ya filmî ve tê girêdan: Ya yekê li wê Sequenceê de tê dîtin ku zêrevanê  nexweşxaneyê bi berêxwedana televîzyonê ve mijûl e û rûdana êrîşên 11'ê îlona 2001ê temaşe dike û ew kesê ku di programê televîzyonî de diaxive vê rûdanê bi êrişên Barbarian bîr dike. Ya duyem qaçaxa madeya narkotîk yan bêhişkar li welatê Keneda yê ve tê girêdn ku nivîskar hinek kesan ji hevwelatiyên cuda, berpirsiyara vê bûyerê di dane û navê êrişê ji bo vê çendê destnîşan dike. Denys Arcand derhênerê filmî ji zor û şidetê di filmê xwe de bi kar naîne û ji gotûbêjên dijwar dûrî dike.

Xelat

The Barbarian Invasions di sala 2003´ê de xelata Oscar û 38 xelatên din bi dest înan û her weha namzed bûbû bo wergirtina 22 xelatan.

Hûrgilî

Welat: Keneda, Fransa
Ziman: Fransî, Îngilîzî
Dema weşandinê: 21´ê gulana 2003´ê
Cîyê film girtin: Baltimore, Maryland, Emerîka
Butçeya filmî: $6,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment