2012/04/27

The Shawshank Redemption (1994)


Șêwaz: Drama, Tawanbarî
Dem: 142 deqîqe
Derhêner: Frank Darabont
Nivîskar: Stephen King
Ekterên Filmî: Tim Robbins, Morgan Freeman û Bob Gunton
Pûan li malpera IMDB: 9.2/10

Çîroka filmî

Andy Dufresne cîgirê serokê bankeyeka mutebere ku ji ber kuştina jina xwe dikeve nav zîndana Shawshankê de.
Andy hewil dide da ku bêgunehiya xwe îsbat bike, lê bi tenê ew bi xwe bawerî bi hindê heye ku bêguneh e û keseke din bawer ji wê nake.

Danasîna filmî

The Shawshank Redemption filmeke bêhempa bi derhênana huneriya Frank Darabont ku di sala 1994"ê de bi hevkariya kompaniya Columbia Picturesê ve û li gor romana Stephen Kingî hatiye çêkirin. Navdariya Frank Darabontî bêtir ji ber filmên The Shawshank Redemption û The Green Mile ye. Stephen King xwediyê çîrokê dibêje: "Dema ku mirov babetek yan filmekî di bîne, dikere hêşta kar têde bike û şaşiyên wê çê bike, lê dema ku min rêza yekê ji filmî dît, bes bi tenê ez di şiyam bêjim: WOW". Ev filme di lîsteya 250 filmên herî baş (Top 250) li malpera IMDB de li rêza yekê da ye.

 Hêjayî gotinê ye


-Rola Tim Robbinsî di eslê xwe de ji bo Brad Pittî hatibû dîtin.
-Stephen Kingî bihayekî gelek kêm ji bo bi kar înana çîroka xwe ji Frank Darabontî wergirt, ji ber ku ew hevalên yek bûn û ewan hevdu nedîtibû ta berî ku filmê The Shawshank Redemption bihê çêkirin.
-Kevin Costner lîstin di rola karaktera Andy Dufresneî de qebûl nekir, rola ku piştî hingê ji ber newergirtina wê gelek xemgîn bûbû.  

Xelat

The Shawshank Redemption di rêûresima Oscara 1994"ê de namzed bûbû bo wergirtina 7 xelatên Oscarê ji bo (baştirîn film, baştirîn lîstîkvana mêr Morgan Freeman, baştirîn sînaryo, baştirîn wêne, baştirîn redakte, baştirîn muzîk û baştirîn deng).

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 10"ê September 1994"ê
Cîyê film girtin: Ashland, Ohio, Emerîka
Butçeya filmî: $25,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment