2012/04/25

Nirgendwo in Afrika (2001)

Șêwaz: Biyografî, Drama
Dem: 141 deqîqe
Derhêner: Caroline Link
Nivîskar: Caroline Link, Stefanie Zweig
Ekterên Filmî: Juliane Köhler, Merab Ninidze û Matthias Habich
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Di serdema desthilata Hitler û nazîzman, malbateka cihû bi welatê Kenya li rojhelatê Afriqayê koç dikin.

Danasîna filmî

Nirgendwo in Afrika filmeke dijî şerî û nijadperestiyê. vegotina tahl û balkêşiya çîrokê li rex avahiya hêsana filmî dibe sedema hindê ku temaşevan bi rehetî pêwendiyê digel filmî bike. Têkiliya malbata cihû digel nişteciyên Afriqî di filmî de hêjayî îhtiramê ye. Pabendiya malbata cihû bi welatê Kenyayê bi awayekî balkêş hatiye nîşan dan. Her weha rola bêhempa ya xanim Juliane Köhler di filmî de hêjayî teqdîrêye.


Xanim Caroline Link derhênerê filmî di sala 1964"ê li bajarekê piçûk bi navê Bad Nauheim li Elmanya yê ji dayik bû. Carolineê xwandina xwe li zanistgeha sînema û televîzyona Munîxê (München) bi dawî îna û piştî xwandinê dest bi çêkirina filmên kurt û nivîsandina çênd beşên zencîrefilmên TVyê kir. Caroline di sala 1996"ê de bo cara yekê filmekê dirêj bi navê Beyond Silence çêkir her weha filmê Annaluise & Anton di sala 1999"ê û li dû re Nirgendwo in Afrika ku serketineke giring ji bo xanim Caroline Linkê bu.

Xelat

Nirgendwo in Afrika di sala 2001"ê de 2 xelatên Oscar û 17 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 6 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Elmanya
Ziman: îngilîzî, swahîlî, Elmanî
Dema weşandinê: 21"ê December 2001"ê
Cîyê film girtin: Elmanya
Butçeya filmî: €7,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment