2012/03/19

Serpico (1973)

Șêwaz: Biyografî, Drama, Tawanbarî
Dem: 130 deqîqe
Derhêner: Sidney Lumet
Nivîskar: Peter Maas, Waldo Salt
Ekterên Filmî: Al Pacino, John Randolph û Jack Kehoe
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Serpico polîsekî New Yorkiye ku birêvebriya polîsan de kar dike. Ew polîsekî birêkûpêk e ku cudayî ji hevkarên xwe tu caran qebûl nake ku bertîla ji tawankaran wergire. Loma ev dibe sedema hindê ku pozîsyona Serpicoyî bikeve rîskê de, lê ew dest ji karê xwe ber nade.

Danasîna filmî

Serpico filmekî Biyografiye ku di sala 1973-ê bi derhênana Sidney Lumetî û berhemhênana Dino De Laurentiisê Îtaly hatiye çêkirin. Serpico ji berhemên binavûdengê Sidney Lumetiye û her weha yek ji berhemên teqdîr kirî di deh salên heftiyê de ye. Al Pacino ku di rola Serpicoyî dileyîzî xalata Oscar a lîstîkvanê herî baş wergirt. Bi dîtina rexnegirin filman Serpico 478emîn filmê sînemayiye ku divê bihê dîtin.

Xelat

Serpico di sala 1973-ê de 6 xelat standin, û namzed bûbû bo wergirtina du xelatên Oscarê û her weha 7 xelatên cîhanî.

Hûrgilî 


Welat: Emerîka, Îtalya
Ziman:  îngilîzî, îtalî, spanî
Dema weşandinê: 5-ê December 1973-ê
Cîyê film girtin: Astoria, Queens, New York City, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $29,800,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment