2011/11/17

John Q (2002)

Șêwaz: Drama, Heyecan
Dem: 116 deqîqe
Derhêner: Nick Cassavetes
Nivîskar: James Kearns
Ekterên Filmî: Denzel Washington, Robert Duvall û Gabriela Oltean
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10

Çîroka filmî

John Q û jina wî agahdar dibin ku kurê wan pêwîstî bi emeliyata guhertina dilî heye û heger nehê emelî kirin di mire.
Lê tiştê nexweş ew bû ku her çende ew temîn kirî bûn û xerca temînê dabû lê beşê temînê, lêçûna emeliyata kurê wan nadin. Ji aliyê din nexweşxane ji heta parê emeliyatê newergirin kurê wan emelî nakin.

Danasîna filmî

Naveroka filmê John Q rexnegiriye û babeta serekiya wê jêpirsîn û krîtîke li gor sîstemê bireveberiya nexweşxaneyên Emerîkî û her weha sîstemê temînêye. Di nveroka filmî de gelek babetên din wekî hejarî û bêkarî tê hest kirin ku her yek ji van babeta bi tenê dikare filmekî nû ji bihê çêkirin.

Xelat

John Q di sala 2003"ê de 2 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo 8 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Spanîbi filmên
Dema weşandinê: 15"êFebruary 2002"ê
Cîyê filîm girtin: Ajax, Ontario, Kanada

No comments:

Post a Comment