2011/11/08

10,000 BC (2008)

Șêwaz: Macera, Fantazî
Dem: 109 deqîqe
Derhêner: Roland Emmerich
Nivîskar: Roland Emmerich, Harald Kloser
Ekterên Filmî: Camilla Belle, Steven Strait û Marco Khan
Pûan li malpera IMDB: 4.9/10

Çîroka filmî

Xortek bi navê "D'Leh" dikare li rêûresima nêçîra mezin ya Mammotha cesaret û zîrekiya xwe diyar bike, li ber hindê xelata wî zewicîn digel xweşiktirîn keça gundiye.
Piştî çendekî komik ji bazirganên mirovan hêrişê li ser gundî dikin û hinek ji xelkê gundî û taybet "Evolet" jina D'Lehî  di dizin û gel xwe dibin.

Danasîna filmî

10,000 BC filmeke Macerayî û Fantaziye ku di sala 2008ê de ji hêla derhênerê Elmanî "Roland Emmerich" ve hatiye çêkirin. Ew li welatê xwe bi Spielbergê piçûk navdar e û pirtir ji bo çêkirina filmên (Independence Day), (Day After Tomorrow) û (The Patriot) li sînemaya Hollywoodê binavûdeng e.


Her çende ku filmê "10,000 BC" tenê ji bo zewq û kêfxweşiya bîneran hatiye çêkirin û butçeya 105 milyon dolarî ji bo filmî hatiye danan, lê filim biser neket û hemû xwen û xeyalên berhemhêner û kompaniya wê bi cê nehat. Film pire ji xeletiyên mêjûyî û cografyayî û her weha hilbijartina ekteran û bi kar anîna Special effects ji aliye derhênerî ve tenê ji ber hindê bû ku qehremanek jê bihê afirandin ku bi dilê derhênerî be û bes.
Xeletiyên filmî weha mezinin ku bînerê normal ji dî mîne ecêbiyê de ku ciyê rûdana li kî derê ye? Demek li çolêkî bê av û giya, demek li daristana û demekê din li çiyayên pir befir de û ji hemûya xerabtir nexweşiya çîrokêye ku ji berhemên pir heyecana "Roland Emmerich" wek (The Day After Tomorrow) û (Godzillayê) gelekî dûre.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Afrîkaya Başûr
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 5"ê March 2008"ê
Cîyê filîm girtin: Namîbya (Afrîkaya Başûr), Queenstown (Zêlanda Nû)

No comments:

Post a Comment