2011/10/15

Doz (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 80 deqîqe
Wênegir: Hawkar Ferhad
Runahî: Beyar Ormani
Montêr: Dirbaz Dara
Derhêner û Nivîskar: Viyan Mayi
Ekterên Filmî: Diyar Dersim, Sipel Erdogan, Zozan Berxwedan û Selah Rekani

Çîroka filmî

Filmê Doz çîroka Folklora kurdiye û dastaneka kurdî ya kevne wek Mem u zînê. Keça axay hez li kur mamê xwe dike lê axa ji ber ku têkilî û pêwendiya xwe di gel mîrê Îranê baştir bike bi tehde divê keça xwe bide kurê mîre îranê.

Danasîna filmî

Doz filmekê Dramaye ku di sala 2011ê de ji hêla derhênera kurd "Viyan Mayi" ve hatiye çêkirin.
Viyan Mayi li vî filmî de hewîl dide da ku xweşikiya Kurdistanê û Folklora kurdî û her weha berêxwe dana jina kurd ji bo azadiyê diyar bike. Viyan Mayi di bêje: "çîroka filmî pirtir ji 30 salan li hizra wê de bû û qet bawer nedikir ku rojekê ew hizir bibîte rastî." Filmê Doz evîndarî û li hembera wê zordestî û tahde kirin û arîşeyên civakî ku li serdema kevin de di qewime bi rindî û nazikî nîşan dide. Xweşikiya dîmenên Kurdistanê li filmê Viyan Mayi de hosteyane tê wêne kirin û ev filme pêşve çûneka mezine di karê derhêneriya Viyan Mayi de. Her çende ku ekterên filmî bo cara yekê di filmekê sînemayî de beşdar dibin, lê di karin bi xweşikî karê xwe bi dumahî bînin.


Zêdetir ji 50 ekter ji başûr û bakûra Kurdistanê beşdarî di vî filmî de dikin. Her weha du hunermendên navdar, "Diyar Dersim" û "Zozan" rola serekî di filmî de hene. Hunermend Diyar Dersim ekterê serekî yê vî filmî ku bi rolê xurşîdê çav bixal rabûye, bo cara yekê ye ku di filmekê sînemayî de kar dike. Hejî gotinê ye ku filmê Doz li başûra Kurdistanê, li kela Hewlêr, devera barzan û Laleşê hat wêne kirin.

No comments:

Post a Comment