2011/10/14

Bandidas (2006)

Șêwaz: Aksiyon, Komedî
Dem: 93 deqîqe
Derhêner: Joachim Rønning, Espen Sandberg
Nivîskar: Luc Besson, Robert Mark Kamen
Ekterên Filmî: Penélope Cruz, Salma Hayek û Steve Zahn
Pûan li malpera IMDB: 5.6 /10

Çîroka filmî

Maria Alvarez û Sara Sandoval du keçên Meksîkîne ku karê wan diziye û her car ku diziya diken di kevin nav rewşeka bixeter de.
Ew rojekê agehdar dibin ku bankeyêkê Amerîkî bi hîle û pareyekî kêm erdê xelkî di jê stînin, loma ew biryar didin da ku diziya ji bankeyê biken û pareyên xelkî lê vegerînin.

Danasîna filmî

Bandidas filmeke Aktiyon û Komediye ku di sala 2006"ê de ji hêla derhênerê Norwêcî Joachim Rønning ve hatiye çêkirin. Her çende ku filmê Bandidas ne filmekê giringe, lê ji ber du ekterên naskirî Penélope Cruz û Salma Hayek bihayê hindê heye ku demekê xweş bi dîtina filmî derbaz bikeyn.

Hûrgilî


Welat: Franse, Emerîka, Meksîk
Ziman: Îngilîzî, Spanî
Dema weşandinê: 18"ê January 2006"ê
Cîyê film girtin:  Durango, Meksîk
Butçeya filmî: $32,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment