2011/09/11

Vodka Lemon (2003)

Șêwaz: Komedî û Drama
Dem: 84 xolek
Derhêner: Hiner Saleem
Nivîskar: Lei Dinety, Pauline Gouzenne
Ekterên Filmî: Romen Avinian, Lala Sarkissian û Ivan Franek
Pûan li malper IMDB: 6/5/10

Çîroka filmî

Hamo mêrekê jinmiriye ku di gel sê kurên xwe li gundê Êzîdiya li Ermenistanê dijît. Ew her roj seredane qebrê jina xwe dike.
Li goristanê de ew Nina yê nas dike,Nina xanimeka bîjin e ku li dikanekê bi navê Vodka Lemonê kar dike. Ew herdu hejar û bê parene û jiyana wan bi dijwarî rêve diçe.

Danasîna filmî

Vodka Lemon filmekê Dramaye ku di sala 2003"ê de ji hêla derhênerê Kurd Huner Salem ve hate çêkirin. Çîrok li gundê Kurdên Êzîdî li welatê Ermenistanê li ser dema têkçûna Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst de di qewime. Vodka Lemon wek filmekê xweş û bi hêz yek ji namzedên serekiyê filmê biyanî bo xelata Oskarê bû, lê li dawiyê beşdarê Oscara wê salê nebû.

Xelat

San Marco Prize, xelata baştirîn film li festîvala navneteweyî ya Venice di sala 2003"ê. Xelata komîteya dadweriyê ji bo baştirîn filmê dirêj û baştirîn lîstikvanê mêr yê rolê yekê li "Newport Beach Film Festival" di sala 2004"ê. Xelata mezin, xelata komîteya dadweriyê û baştirîn wênegirtin li "Mons International Festival of Love Films" di sala 2004"ê. Û her weha namzed bûbû ji bo baştirîn film li festîvala filmê Bangkok di sala 2004"ê.

Li ser derhênerê filmî

Huner Salem(Hiner Saleem) derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.Ew li sala 1964"ê de li bajarê Akrê ji dayik bû. Bi 17 saliya xwe koçber bû ye, di riya Sûrî re çû ye Îtaliya, li wir çûye dibistanê û li Mîlano politîk xwendiye. Îro ew li Parîs'ê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Pirtûka wî „Tifinga bavê min - zaroktî li Kurdistanê”, bi gelek zimanan hatiye wergirandin. Ji bo herdû filmên wiyî dawî "Kilomètre Zéro" û "Dol" Huner Salem vegeriya welatê xwe.

Ji berhemên wî

Vive la mariée... et la libération du Kurdistan 1998.
Passeurs de rêves 2000.
Absolitude (TV movie) 2001.
Vodka Lemon 2003.
Kilomètre zéro 2005.
Dol 2007.
Sous les toits de Paris 2007.
Après la chute 2009.
Si tu meurs, je te tue 2011.

Hûrgilî


Welat: Fransa, Îtalya, Swîsre, Ermenistan
Ziman: Ermenî, Kurdî, Rûsî, Fransî
Dema weşandinê: 1"ê September 2003"ê
Ciyê  film girtin:  Ermenistan

1 comment:

  1. Filmekê mezbît bo :)

    Pûana min 10/10

    ReplyDelete