2011/09/11

Kevoka Spî (2008)

Șêwaz: Kurt, Drama
Dem: 30 deqîqe
Derhêner: Viyan Mayi
Nivîskar: Forat Jawari, Viyan Mayi
Berhemhêner: Fekri Baroshi
Deng: Sardar Babakir
Ekterên Filmî: Siyar Teyb, Narin Cenk, Babeh Ronie û Hussein Kestey

Çîroka filmî

Serdar xorteke ku ji Zîndanê dihê berdan. Nexweşîyek di nav mala wî de heye, ew jî piştî mirna babê wî, di be mezinê malê û Serdar mecbûr dibe tawanekê encam bide bi merema paqijkirina namûsê.

Danasîna filmî

Kevoka Spî  filmekê Kurt û Dramaye ku li sala 2008"ê de ji hêla derhênera Kurd Viyan Mayi ve hatiye çêkirin. Filmê Kevoka Spî li astê cihanî belav bûye û dinav civaka kurdî cihê xwe girtiye.  Babetê fîlmî kuştina li ser namûsêye û xanim Viyan di vî fîlmê xwe de dixwaze diyar bike ku zelam bi xwe jî ku kuştinê dike, qurbanîye. Ev fîlme li ser bingeha kurte çîroka Kevoka spî ya nivîskarê kurd yê li Swêdê Forat Jawari hatiye çêkirin û fîlmê yekêyê Viyan Mayî ye.

Hejî gotinêye

Viyan Mayi ji dayikbûya 1960"ê li mayê li devera behdînane. Li sala 1993ê li gel malbata xwe çûye Swîdê û di sala 2004"ê vegeryaye Kurdistanê. Ew niha rêvebera Sînema Duhokê ye.

Beşdariya Festivalan: 

- Manchester film festival … 2008
- Film festival ….. Silêmanî… 2008
- Kurdish film festival ..Berlin 2008
- Fema film festival…..Swêd 2009
- Gulf film festival…… Dubey 2009
- Getoborg… ……….Swêd 2009
- Gunay film festival.. London 2009
- Kurdish film festival …Zuruch 2009
- Europa Levante………Italya 2010
- Na tundutiji festival..Hewler 2010

                                            Xelata filmê Kevoka Spî

No comments:

Post a Comment