2011/09/20

Head-On (2004)

Șêwaz: Drama, Romantîk
Dem: 121 deqîqe
Derhêner: Fatih Akin
Nivîskar:  Fatih Akin
Ekterên Filmî: Birol Ünel, Sibel Kekilli û Catrin Striebeck
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Head-On çîroka evîndariya du cihêlên esil de tirk e ku li welatê Elmanya de dijin. Du ciwanên pir heyecan lê xemgîn ku bi tenê bi rêya seks, alkohol û xwekujiyê hewil didin xwe tena bikin. Ew di gel evîna xwe, ne bi tenê xwe dilşkestî dikin, lê yek û du ji wêran dikin.

Danasîna filmî

Head-On yan "Gegen die Wand" filmekê Drama û Romantîk e ku di sala 2004"ê de ji hêla derhênerê Tirk " Fatih Akin" ve hate çêkirin. Fatih Akin di sala 1973"ê de li bajarê Hamburg li welatê Elmanya yê ji dayîk bu. Gelek kesan di bêjin ku ew Fassbinderê nû yê sînemaya Elmanya ye. Evîndarî li filmên Akin de li dawiyê bi kêfxweşî nahê qedandin. Li filmê (Auf der anderen Seite 2007)ê de bi derhênana Fatih Akin di bînîn ku çawa mirin peywendiya di nav bera mêr û jinekê, û peywendiya keça Tirk û keç Elman wêran dike. 


Her weha di vî filmî de "Cahit" û "Sibel" qebûl dikin ku jiyana di gel êk ji bilî dînîtî û wêraniyê çi encam nîne û her çende ku dînane û ecêb bi hev du re hez dikin, lê di gehen wê qenaetê ku nikarin bi hev re bijîn. Muzîk û wêneyekî ecêb û xweşik li Elman û Tirkî de û bi taybetî rolê ekteran bêkêmasiye. Lîstikvanên filmê Fatih Akinî dînîtî û şorişê li rex tenahî û tefahumê bi bîneran nîşan didin. Hejî gotinêye rola Sibelê ji aliyê Sibel Kekilli (ektera bi navûdeng ya filmên pornografîk li Elmanyayê) ve tê leyistin.

Xelat

Xelata baştirîn fîlm û Xelata taybet helbijarte ya bîneran li (European Film Awards) li sala 2004"ê  de.
Xelata hirça şûşey(Golden Bear)  li festîvala filmê Berlinê li sala 2004"ê de.
Xelata zêrî ji bo baştirîn lîstikvana keç li (Deutscher Filmpreis) li sala 2004"ê  de.
Xelata eyne ya zîvî ji bo baştirîn fîlm li (Oslo Film Festival) li sala 2004"ê de.
Xelata taybet helbijarte ya bîneran li bajarê (Sevilla, Spain) li sala 2004"ê  de.
Xelata zêrî ji bo baştirîn filmê Almanî (Leipzig Film Fair) li sala 2003_2004"ê  de.
Xelata (Best European Film) li bajarê Barcelona li Spanya yê, sala 2004"ê  de.Her weha gelek xelatên din bi des îna.

Hûrgilî


Welat: Elmanya, Tirkiye
Ziman: Elmanî, Tirkî
Dema weşandinê: 12"ê February 2004"ê
Cîyê film girtin: Fabrik, Altona, Hamburg, Elmanya
Butçeya filmî: €24,264 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment