2011/09/13

Etz Limon (2008)

Șêwaz: Drama
Dem: 106 deqîqe
Derhêner: Eran Riklis
Nivîskar: Eran Riklis, Suha Arraf
Ekterên Filmî: Hiam Abbass, Rona Lipaz-Michael û Ali Suliman
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmî

Salma xanimeka bîjin ya Filistîniye ku li hewşa mala xwe de baxçeyeka pir ji darên lîmonê hene, lê ji bê şansiya wê wezîrê nû yê parastinê yê Îsraîlê dêbe cîranê wê.
Sîstemê asayîşa Îsraîlê ji ber hebûna baxçeya lîmonê û bi kar înana wê ji aliyê grûpên Filistînî di metersiyê de ne, û li dawiyê biryar didin da ku ewan dara bi birin.

Danasîna filmî

Etz Limon yan (Lemon Tree) filmekê Dramaye ku di sala 2008"ê de ji hêla derhênerê Îsraîlî Eran Riklis ve hate çêkirin û berêxwe daneka cuda û taybet bi kategoriya dagîr kirinê heye. Xweşikiya filmî eve ye ku di kare dûrî ji hemû hişk baweriyên dînî û nijadî de payama xwe bi gehîne bîneran.

Hejî gotinêye

Eran Riklis derhênerê filmî berî niha filmê (The Syrian Bride 2004)ê di berhemên xwe de heye. Ev filme jî li ser arîşeya Îsraîl û cîranên wê bas dike. Etz Limonli di sala 2008"ê de 6 xelat stendin û namzed bûbû bo 11 xelatên din.

Hûrgilî

Welat:  Îsraîl, Elmanya, Fransa
Ziman: Erebî, Îngilîzî, îbranî
Dema weşandinê: 8"ê February 2008"ê
Cîyê film girtin: Djelazoun, West Bank, Îsraîl

                         

No comments:

Post a Comment