2011/09/09

Dol (2007)

Șêwaz: Drama
Dem: 90 deqîqe
Derhêner: Hiner Saleem
Nivîskar: Hiner Saleem
Ekterên Filmî: Nazmî Kirik, Belçim Bilgin û Omer Chawshin
Pûan li malpera IMDB: 5/0/10

Çîroka filmî

Azad li roja daweta xwe li Kurdistana bakûr, mecbûr dibe ji destgirtiya xwe dûr bikeve û biçe bo Kurdistana başûrê.

Danasîna filmî
Dol filmekê Dramaye ku di sala 2007"ê de ji hêla derhênerê Kurd "Huner Salem" ve hatiye çêkirin. Dol filmeke derbarê perçekirina Kurdistanê û çewisandina nasnameya kurdiye û ew herî bêtir bingeha nijadperest a sîstema Kemalîzmê û tundiya Tirkiyeyê li hemberî kurdan rexne dike. Ev rexnegirtin her ji dîmena destpêkê ve ji temaşevanan re diyar dibe.


Di filmê Dol de gelek ekter û hunermendên kurd ên naskirî wekî Rojîn Ûlker û Ciwan Haco rol girtine. Hejî gotinêye ku Dol ji 26/04/2007 de li seranserî Elmanyayê di sînemayan de hat pêşkêşkirin.

Hûrgilî


Welat: Îraq, Fransa, Elmanya
Ziman:  kurdî, tirkî
Dema weşandinê: 24"ê January 2007"ê

1 comment: