2011/09/08

Dancer in the Dark (2000)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama, Muzîkal
Dem: 140 deqîqe
Derhêner: Lars von Trier
Nivîskar: Lars von Trier
Ekterên Filmî: Björk, Catherine Deneuve û David Morse
Pûan li malpera IMDB: 7.9/10

Çîroka filmî

Selma Jezkova jineke ciwan e ku ji welatê Çekoslovakya ya berê digel Kurê xwe koç dikin bo welatê Emerîka yê.
Ew li fabrîkeyê kar dike û jiyana wê bi zehmet rêve diçe her weha ronahiya çavên wê hêdî hêdî tarî dibe û kurê wê ji her wekî wê, di wê  nexweşî yê de ye. Selma hewil dide da ku çavên kurê xwe cerahî bike lê ew karekê bi zehmet e.

Danasîna filmî

Dancer in the Dark filmekê Drama û Muzîkal e ku di sala 2000"ê de ji hêla derhênerê Danîmarkî Lars von Trier ve hatiye çêkirin. Larsî filmên (Breaking the Waves 1996), (Dogville 2003) û (Antichrist 2009) di berhemên xwe de hene. Li destpêka filmî de xemgîniyeka sivik hêdî hêdî bîneran de peyda dibe û ewan mecbûr dike da kû dûr ji xewn û xeyalên Selma yê ku hemû li muzîkê de diyar dibe, rastiya tahl û dijwar di jiyana wê de bibîne. Filmê Dancer in the Dark bi wêne kirina êş û xemên mirovan bi rêya muzîkê hewil dide bi berêxedaneka  felsefî bi hemû tişta binêre. Sehneyên muzîkî di filmî de û stiranên nefêhm kirî lê bi heyecan û pir balkêş ji tiştên gelekî giring di filmî da ye. Björk yek ji binavûdengtirîn stiranbêjin Îslandî li vî filmî de rolê Selma yê dike û hinek ji baştirin stiranên xwe wekî (I love seen it all),(Scatter heart) û (My favorite thing) li filmî de di bêjê.

Xelat

Dancer in the Dark di sala 2000"ê de 24 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina xelata Oscarê û 34 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Brîtanya, Fransa, Spanya, Îtalya, Swêd, Fînland, Norwêc, Danîmark, Îsland. Elmanya, Arjentîn
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 17"ê May 2000"ê
Cîyê film girtin: Arlington, Washington, Emerîka
Butçeya filmî: $12,800,000 (tê texmîn kirin)

1 comment:

  1. Ev filme gelek ferqe ji filmên dî û mirov di chîte di nav filmî da ta dûmahîk bhêt.Bo min li dûmahîya film î gelek bi qehir bo...:)

    Pûan min 8/10

    ReplyDelete