2011/08/27

Kilomètre zéro (2005)

Șêwaz: Drama, Șer
Dem: 91 deqe
Derhêner: Hiner Saleem
Nivîskar: Hiner Saleem
Ekterên Filmê: Nazmî Kirik , Eyam Ekrem û  Belçim Bilgin
Pûan li malpera IMDB: 6.0/10

Çîroka filmê

Ako xortekê Kurd ji başûrê Kurdistanê ye, ew li demê şerê navbera Îraq û Îranê de mecbûr dibe da ku digel leşkerê Îraqê biçe di nav şerî de.
Ako demeke kurt de bê tehamil dibe û nikare dûriya jin û zarokê xwe tehemil bike ta ku rojekê dêhê hilbijartin da ku termê şehîdekî bigehîne mala wî li Kurdistanê...

Danasîna filmê

Filmê Kilomètre Zéro berêxwedaneka taybete di pêwendiya di navbera kurd û ereba de û bêrehmî û piçûk xistina Kurda bi destê ereba ye. Hiner Saleem derhênerê filmî dikare vê çendê bi cwanî di filmê xwe de diyar bike.

Xelat

Kilomètre zéro di sala 2005´ê de li festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival) li welatê Fransa yê û her weha li Festîvala navneteweyî ya Valladolid li welatê Spanya yê namzad bûbû bo wergirtina xelata.

Hûrgilî

Welat: Fransa, Îraq, Fînland
Ziman: Kurdî, Erebî, Fransî
Dema weşandinê: 14´ê îlona 2005´ê

No comments:

Post a Comment