2011/08/11

Avatar (2009)

Șêwaz: Aksiyon , Macera, Fantazî
Dem: 162 deqîqe
Derhêner: James Cameron
Nivîskar: James Cameron
Ekterên Filmî: Sam Worthington, Zoe Saldana û Sigourney Weaver
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Çîrok di sala 2154 a piştî zayînê li kewkebekî bi navê "Pandora" de hate rûdan. Mirov li bin fermana kompaniyekê bi navê RDA kar dikin û karê wan ewe ku berekê mezin û pir biha ku wekî kanzaye ji nav kewkebê de derêxin.

Danasîna filmî

Avatar fîlmeke fantaziye ku di sala 2009"ê de ji hêla derhênerê Kanadî "James Cameron" ve hatiye çêkirin.  Ji bo çêkirina filmî dîmenên rastî û dîmenên komputerê hatiye bi kar înan û her weha 237 milyon dolarn hate xerc kirin û ji nûtirîn teknîka sînemayî hate bi kar înan. Kamerayên filmî bi taybetî hatiye çêkirin û filim bi şewey 3D yê hatiye wêne kirin. Sînaryoya filmî li berî gelek salan ji layê James Cameronî ve hatibû nivîsandin û ewî di viya vî filmî berî filmê Titanicê wêne bike lê teknîka sînemayê li wî demî de ne wekî niha pêşketî bû.
Filmê Avatar di sala 2009"ê de rekora mêjûya sînemaya Emerîka û hemû cîhanê şkand û bihatirîn filme ku heta niha hatiye firotin. Avatar bi hevkariya kompaniya (20th century fox) ve hate çêkirin.

Hejî gotinêye

Avatar fîlmekê taybet e ku bi dîtina wî hemû şiyana xeyalkirin û fantaziya mirovî ji tesîrkarên taybetî (special effects) û teknolojiya nû tê veguhertin.
James Cameronî berî 33 salan plana çêkirina vî fîlmî danabû. Dema wî bo cara yekê di gel grûpê teknîkî behsa plana xwe kir, wî zanî ku ew nikare fîlmê xwe bi teknolojiya wî demî çê bike, loma ew mecbûr bû heta piştî çêkirina fîlmê Titanic tehemilê bike.
James Cameronî wextekê zêdetir da teknolojiyayê çunkî pêwîstiya wî bi kamerayên HD yên pêşketî hebû da ku bikare fîlmî bi awayê 2D û 3D wêne bike.
James Cameron agahdar bû ku şîrketa Sony ew coreyê kamerayan heye, lê arîşe ew bû ku senga wê 204 kîlogram bû û ji bo projeya wî bi kêr nedihat.
Loma wî di sala 2000ê de serdana Japonê kir û di gel şîrketa Sony peymanek girê da bo çêkirina kamerayên taybetî ji bo fîlmê xwe. Li gor wê peymanê, şîrketa Sony corekê kamerayên pêşketî ku senga wê 20 kîlogram in çêkir da ku Avatar pê bête fîlm kirin.

Xelat

Filmê Avatar di sala 2009ê de 3 xelatên Oscar û  53 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo wergirtina 70 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî, Spanî
Dema weşandinê: 10"ê December 2009"ê
Cîyê filîm girtin:  Hamakua Coast, Hawaii, Emerîka
Butçeya filmî: $237,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment